TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji HSD û hêzên Amerîkî operasyona hevbes

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2020 23:15

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Amerîkî yên li Rojava operasyoneke hevbeş li Dêrazorê pêk anîne.

Li gorî zanyariyan HSD û hêzên Amerîkî bi operasyoneke hevbeş leşker daxistine bajarê Dêrazorê.

Hat zanîn ku operasyona navborî li gundê El Keser ê bakurê rojhilatê Dêrazorê hatiye encamdan û hejmarek kesên girêdana wan bi DAIŞê re hene hatine binçavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber zêdebûna çalakiyên DAIŞê û sûîqestan hêzên Amerîkî di van rojên dawî de operasyonên xwe yên leşkerî yên ligel HSDê zêde kirine.

Parve bike: