Kurdistan
Ji HSDê operasyona DAISê: 5 terorîst hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hevkariya Navenda Kordînasyona Leşkerî li dijî şaneyeke DAIŞê operasyonek encam da.
Li hesabê medya civakî yê Navenda Kordînasyona Leşkerî yê HSDê hat ragihandin ku di wê operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê bi saxî hatine desteserkirin.
Herwiha hat diyarkirin, di encama operasyona li herêma Suwar bi ser şaneyên razayî yên DAIŞê de hatiye kirin de, gelek çek û narincok jî hatine desteserkirin.