TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Îsraîlê bo Tehranê: Hûn bi salan bi paş ketin

Admin H
Nivîskar
📅 30 nîsan 2026 20:01

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku di encama operasyonan de Îranê derbên pir giran xwarine û ev yek bûye sedem ku Tehran di hemû qadan de bi salan bi paş bikeve.

Katz destnîşan kir ku hevahengiyeke temam di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîr Binyamîn Netanyahû de heye daku Îran êdî nebe gef li ser Îsraîl, Amerîka û cîhana azad.

Katz got ku ew piştgiriyê didin hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê, lê hişyarî da ku ji bo ji holê rakirina gefên li ser hebûna Îsraîlê, dibe ku di demeke nêzîk de dîsa pêwîstî bi tevgera leşkerî hebe.

Parve bike: