Ji Karayilan îdîaya flas li ser Ocalan û Efrînê
PeyamaKurd - Endamê komîteya rêvebir ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand ki şandeke Tirk û Rûs, der barê pirsa Efrînê de li Girava Îmraliyê li gel rêberê PKKê Abdullah Ocalan civiya, lê ji ber ku Ocalan daxwazên şandê qebûl nekirin îşkenceya li ser wî zêde kirin.
Murat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî û wiha got: "Tirkiye û Rûsya, rêkeftineke stratêjîk ji bo rawestandina berxwedana Efrînê çêkirine. Ji bo bê armancê bi şandeke hevbeş çûne Îmralî û fişar li Ocalan kirine û ji wî xwestine ku berxwedana Efrînê rawestîne. Lê rêber Apo ew yek red kiriye, wan jî pergala îşkencê li Îmralî zêde kirin."
Karayilan destnîşan kir ku ev zanyarî didin xuyakirin "Dijmin beramberî berxwedana gelê me tengav bûye, hemû rê û rêbazan bi kar tîne, ji bo bikaribe wê berxwedanê bişkîne, di pêşerojê de jî emê hin zanyariyên din belav bikin."
Herwiha got: "Zanyariyên nû li ser rewşa Ocalan li cem me hene, lê ez naxwazim hemûyan eşkere bikim, ji ber ku pêwîst e rêvebirên tevgera me bi awayekî fermî nivîs û daxuyaniyan li ser wê yekê belav bikin û hemû gelê me agahdar bikin."
Rêberê PKKê Ocalan, di 15 Sibata 1999an de, di piroseyeke hewalgirî de, li Kenya hat girtin, piştre bi firokeyeke taybet ji bo Enqereyê hat veguhestin û ji wê demê ve, di nav girava Îmralî de hatiye zindanîkirin.