Ji Komîsyona Hilbijartinan hisyarî: Amûrên dengdanê di saet 18:00an de radiwestin
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, piştî saet 18:00ê ango 6ê êvarê hemû amûr bi otomotîkî wê rawestin û wê êdî dengdan bi temamî bidawî bibe.
Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Demeke diyar li pêş hilbijêran maye ku bikarin deng bidin ku dixwazin wek nûnerê xwe hilbijêrin.’’
Komîsyonê da zanîn: “Di saet 6ê êvarê de dengdan wê bi dawî dibe û nayê dirêjkirin.”
Herwiha hate diyarkirin ku planeke lojîstîk a ewlehiyê ya darêjtî ji bo veguhestina sindoqên dengdanê ji navendan ve bo embarên fermangehên parêzgehan heye û wê amûrên dengdanê li di saet 18:00an de rawestin û nexebitin.
Proseya dengdanê ku ji saet 07:00ê sibê ve destpê kiriye heta saet 18:00 berdewam dike. Tê çaverêkirin di nav 24 saetan de jî piştî şandina dengdan bi awayê elektronî encamên nefermî yên destpêkî ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve werin ragihandin.