TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji kustina Apê Mûsa ceza xwaribû, ji AKPê bû namzedê saredariyê

Admin S
Nivîskar
📅 19 mijdar 2018 16:41

PeyamaKurd - Gumanbarê kuştina nivîskar û rûspiyê Kurd Mûsa Anter, Hamît Yildirimê ku ji ber kuştina wî 5 sal ceza xwaribû, li Şirnexê bi fermî namzediya xwe ya şaredariya beldeya Kumçatiyê ragihand.

Apê Mûsa 20ê Îlona 1992yan li Diyarbekirê li kuçeyê hatibû kuştin û piştî salan bi mikurhatina endamê JÎTEMê Abdulkadir Aygan, Hamît Yildirim wekî failê kuştina wî hatibû nişandan û piştre jî sala 2012an hatibû girtin û 5 sal di girtîgehê de mabû.

Hamit Yildirimê ku berê cerdevan bû li Şirnexê, par piştî ku ji girtîgehê hat berdan îsal jî ji AK Partiyê namzediya xwe ya şaredariya beldeya Kumçatî ya Şirnexê ragihand û serlêdana xwe ya fermî kir.

Îtirafkarê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan, Hamit Yildirim wekî kesê kujerê Apê Mûsa teşhîs kiribû û gotibû, ‘Erê qatil ew e.”

Parve bike: