TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Mesûr Barzanî peyama gotûbêjên stratejîk ên ligel Amerîkayê

Admin H
Nivîskar
📅 08 nîsan 2021 21:33

 PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û got: “Ez pêşwazîyê  li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dikim.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo danûstandinan car din tîne ziman.”

Serokwezîr Barzanî eşkere kir: “Ev danûstandin dê bibin nexşerê ji bo hevbeşiya zêdetir a di warên reform, asayîş, bazirganî, veberhênan, jîngeparêzî û herwiha enerjiya paqij de.”

Parve bike: