TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Mezlûm Ebdî daxuyaniya pistgiriyê bo Fransayê û Macron...

Admin H
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2020 21:48

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser gef û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştgiriya xwe bo Fransa û Macron eşkere kir û got, Macron ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê û parastina nirxên mirovî alîkariyeke girîng daye.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di parastina misilmanan ji DAIŞê, têkbirina rêxistinê û parastina nirxên mirovî de bi alîkariyên xwe roleke girîng leyîst.

— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 26, 2020

Ebdî di berdewamê de jî diyar kir ku Erdoganê ku piştevaniya DAIŞê dike bi heqaretkirina li Macron nûnertiya cîhana îslamî û berjewendiyên wan nake û olê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikar tîne.

Parve bike: