Kurdistan
Ji Mezlûm Ebdî peyama salvegera şehadeta Leyla Qasim
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di salvegera 52yemîn a şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê de peyamek weşand.
Ebdî di peyama xwe de Leyla Qasim wekî "mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd" pênase kir û got ku wê û hevalên xwe bi canê xwe rûmeta gelê Kurd parastiye.
Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew ê wekî şopdarên "Bûka Kurdistanê", têkoşîna azadiyê ya ku wan daye destpêkirin heta dawiyê bidomînin.