TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Mistefa Hicrî peyama Cejnê û rexneya rejîma Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 18 adar 2026 22:11

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir.

Hicrî di peyama xwe de bal kişand ser rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, herwiha rexneyên tund li siyaseta Komara Îslamî girtin.

Hicrî di destpêka peyama xwe de pîrozbahî li hemû misilmanên cîhanê û bi taybetî li hemwelatiyên Kurdistanê kir. Hicrî, destnîşan kir ku ji ber siyasetên şerxwaz ên rejîma Îranê, cejna îsal ne di nav rewşeke neasayî de tê pêşwazîkirin.

Hicrî got: "Mixabin, ji ber şerxwaziya Komara Îslamî, cejna îsal reng û bîna xwe ya asayî nîne. Ev rejîm bi salan e bi navê pîroziyên olî, mafê jiyanê û ewlehiyê ji xelkê Îranê standiye."

Parve bike: