Kurdistan
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama serxweşiyê bo wefata Dr. Ebdulfetah Elî Botanî
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Îlona 2026an ji bo koça dawî ya nivîskar, akademîsyen û Serokê berê yê Akademiya Kurdî Dr. Ebdulfetah Elî Botanî peyameke sersaxiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî da malbat û kesûkarên wî, Akademiya Kurdî û hemû nivîskar û akademîsyenên Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser xebatên xwedêjêrazî û tekez kir ku Botanî temenê xwe bi dilsozî di xizmeta zanist, rewşenbîrî û çanda Kurdî de derbas kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ji Xwedayê Mezin rehm û dilovanî ji bo rehmetî û sebr û hedar ji bo malbata wî xwest.