Ji Nêçîrvan Barzanî peyma Cejna Qurbanê...
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiya cejnê li malbatên şehîd û enfalkirîyan, hêzên ewlehiyê û hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.
Peyama Cejna Qurbanê ya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî û tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, ji bo hemûyan cejn û bîhnvedaneke aram dixwazim.
Hêvîdar im cejn ligel xwe aramî û xweşiyê bîne, dawî bi derd û pejikê bê, ji bo tevahiya mirovayetiyê jiyan asayî bibê û cejn û helkeftên xwe yên paşerojê li rewşeke baştir da pîroz bikîn.
Di vê helkeftê de bila em hemû bi takekesî û malbat û civakê ve peyam û wateyên cejnê bi lêborînî û pêkhatin û bi hevdû lê xweşbûnê, bikîn bingehek ji bo kûrkirina pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û aştewayiyê û em hemû pêkve bi yekrêz û tebayiyê, ji bo paşerojeke baştir ya Kurdistanê de alîkar bin.
Daxwazê ji welatiyên xweşdivî dikim bi navê selametiya xwe û ezîzên xwe bi tevahî pêgirî rênimayî û rêkarên xweparêziyê bin. Cejn li we hemûyan pîroz bê. Hemû salek bi xweşî û xwedayê mezin we hemûyan biparêze.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.07.2021