Kurdistan
Ji niha de 5 kes sehîd ketin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina K24 ê di êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de, heya niha 5 kes jiyana xwe ji dest dane. Balafirên Tirkiyê li rojavayê Girê Sipî bi balafirê li malekî dane û xwediyê malê Mihemed Hac Qadir û jin a wî Rebîa Ezîz şehîd bûn e.
Li gundê Sêgirka zarokekî 6 salî ku bi ser Qamîşlo ve ye, di encama guleya artêşa Tirkiyê de, jiyana xwe ji dest daye. Kurdekî li Serê Kaniyê ji gundê Mişrafê şehîd bûye 2 welatî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyê ji aliyekî de bi topan deveran topbaran dike û gundên Dêrnaqulka, Kêl Hesenek, Şîtka û Batirzan bi temamê ji ber topbaranê hatine valakirin. Li gundê Dêrnaqulka keçekî şehîd bûye û hinek jî birîndarin.