Kurdistan
Ji nîşanê dadgeriyan û qeza kirin: 3 mirî û 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çinarê otomobîla ku ji nîşanê dadgeriya wergeriya. 3 kesên di qezayê de birîndar bûn, wan birin nexweşxanê û 2 ji wan li nexweşxanê can dan. Mirovê wan yê bi navê Hıdır Bulut jî dema diçû ciyê qezayê, dilê wî rawestiya û ew jî mir.
Qeza ber destê êvarê li gundê Alabaşê çêbû. Dema tîmên cendirmeyan, tenduristiyê û îtfaiye çûn ciyê qezayê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan.
Cenazên miriyan birin morga tib a edlî ya Diyarbekirê ji bo otopsiyê.