Ji nivîskar û hunermendên Kurdistanê peyama pistgiriyê bo Fransayê...
PeyamaKurd – Piştî ku hin parlamenteran nameyeke protestoyê ji konsolxaneya Fransa ya Hewlêrê re şand, hejmarek nivîskar û hunermendên Herêma Kurdistanê peyameke piştgiriyê pêşkeşî Konsolxaneya Fransa ya Hewlêrê kirin û gotin, ew bi tundî nameya beşek parlemanteran a şandine konsolxaneya Fransî şermezar dikin. Şandeke parlamena Kurdistanê jî îro Sêşemê serdaneke fermî li konsolxaneya Fransa ya Hewlêrê kir û piştgiriya gelê Kurdistanê bo Fransayê tekez kir.
Di peyama nivîskar û hunermendan de hatiye diyarkirin, “Roja 26/10/2020, 25 parlemanterên kurd li Kurdistanê, yadaştnameyeke nerazîbûnê daye Konsolxaneya we, bi armanca ku bigihe berpirsên welatê we. Ew yadaştname li dijî berjewendiyên bilind ên niştiman û gelê Kurdistanê ye. Herwiha li dijî pêwendiyên kûr ên dostane yên Herêma Kurdistanê û welatê Fransyê ye. Ji ber wê em komek nivîskar û hunermendên diyar ên Herêma Kurdistanê, bi tundî nerazîbûna xwe li hember helwesta wan 25 parlemanteran nîşan didin û wê şermezar dikin.”
Di berdewamê de jî hatiye destnîşankirin, “Hin parlemanterên ku bi xwe ji Herêma Kurdistanê re bûne pirsgirêk û bi derdewamî pirsgirêkan dirust dikin û ne di xema berjewendiyên bilind ên niştiman de ne û li dijî wê tevdigerin. Ji ber wê helwesta wan parlemanterên ku yadaştname îmze kiriye, bi girîngî nebin û piştguh bikin û nameya wan li ser Herêma Kurdistanê û xelkê hesab nekin ku her dem em xwe bi dostê nêzîk ê Fransa û gelê wê yê qehreman dizanin.”
Nivîskar û hunermendên kurd destnîşan kirin, “Dostanîya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de, gelek ji yadaştnameya çend parlemanteran mezintir û kûrtir e.”
Parlamentoya Kurdistanê bi serdaneke fermî piştgirîya gelê Kurd bo Fransayê ragihand