TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Nûnerê Yekîtiya Ewropa peyama hilbijartina Nêçîrvan Barzanî...

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2019 20:00

PeyamaKurd – Nûner û Sefîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê,  Ramon Blecua pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Ramon Blecua li ser hesabê xwe yê twîtterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Ez pîrozbahiyê li Kak Nêçîrvan dikim ji ber ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Hilbjiartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê, di şert û mercên niha de pêngaveka girîng e bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê.”

— Ramon Blecua (@EUAmbIraq) May 28, 2019

Nûnerê YEyê Ramon Blecua li ser helwesta YNKê jî got, mixabin siyaseta hundir ya partiyekê rêkeftina PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmetê dixe bin metirsiyê. Di demeke ku Herêma Kurdistanê mihtacî lihevkirinê ye.

Parve bike: