Kurdistan
Ji Papa Francis re nameyeke ku 3 fîsek tê de bûn sandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji Papayê Vatîkanê Papa Francis re nameyek hatiye şandin ku di nav de 3 fîşek hebûn.
Li gorî nûçeya rojnameya Affaritaliani ya Mîlanoya Îtalî, xebatkarên posteyê dema name ji hev cuda dikirin, rastî nameyeke bo Papa Francis hatiye şandin hatine û piştre hatiye fêmkirin ku di nav wê nameyê de 3 fîşek hebûn û têbiniyek hebûye.
Hat ragihandin ku polîsan dest daniye ser nameyê û lêpirsîn dane destpêkirin.
Li gorî agahiyên rojnameyê name bi pûla fransî hatiye şandin.