Kurdistan
Ji parlamentarê Kurd di rojekê de 1000 pirsname!
PeyamaKurd - Parlamentarê Partiya Komariya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu di rojekê de hezar pirsname pêşkeşî Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay kirin.
Tanrikulu bêhtirê pirsanameyên xwe li ser binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê, binçavkirin, girtinên bê sedem, tundiya li hember jinan, penaberên Sûriyê, tenduristî û înfazên bê darizandin pêşkeş kirin.
Tanrikulu di hin pirsnameyan de tenê pirsek ji bo bersivdanê li Serokomariyê kir. Pêşkeşkirina hezar pirsnameyan di rojekê de wekî rekorekê hat nirxandin.