TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji PDK û YNKê nêrînên cuda li ser avakirina hikûmetê

Admin H
Nivîskar
📅 22 îlon 2026 20:40

PeyamaKurd - Pêvajoya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke girîng, lê belê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de hîn jî hin cudahiyên nêrînan li ser hejmara kursiyan û mekanîzmaya danûstandinan hene.

Berpirsê Rêxistina PDKê ya Silêmaniyê Arî Hersîn ragihand ku wan di nava pêngavên siyasî de gelek rê birine û mesafeya di navbera her du aliyan de ji sed kîlometreyî daketiye pênc kîlometreyan.

Hersîn destnîşan kir ku ew di danûstandinan de girîngiyê didin rastiya siyasî û bi 23 kursiyên fermî yên YNKê re li ser maseyê ne, her çendî ew qebûl bikin ku YNK ne tenê hejmareke kursiyan e, belkî xwediyê dîrok, hêza Pêşmerge û saziyên ewlehiyê ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê Endamê Serkirdayetiya YNKê Ebas Fetah ev daxuyanî red kirin û anî ziman ku piştî civînên berê heta niha tu civîneke nû ya fermî nehatiye kirin û gavên nêzîkbûnê bi vî rengî nehatine avêtin.

Fetah careke din tekez kir ku YNK ne bi 23 kursiyan, lê bi 39 kursiyan (bi hevkariya bi Tevgera Nifşê Nû re) tevlî danûstandinan dibe da ku hikûmeteke hevseng û şîrîkatiya rasteqîn ava bikin.

Di hevdîtinan de mijara berdana Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd jî bû sedema nîqaşan; dema ku PDK vê yekê wekî "peymaneke siyasî" bi nav kir, YNKê ew îdia red kir û diyar kir ku ew bi biryara dadgehê û piştî bidawîbûna cezayê wî hatiye berdan.

Tevî van nakokiyan, her du alî jî li ser wê yekê hevfikir in ku divê kabîneya nû zû were avakirin da ku pirsgirêkên aborî û mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê werin çareserkirin.

Parve bike: