TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Platforma Ziman bangewazî: Karekî taybet bikin û Kurdî bixin rojevê

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2019 20:31

PeyamaKurd - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî îro 15ê Gulanê di Cejna Zimanê Kurdî de ragihand, divê Kurd bêtir bi kurdî binivîsin û bixwînin û partî û sazî jî giraniyê bidin ser karê ziman. 

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê partiyên Kurd ve hatiye avakirin, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya Civata Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civîna ku nûnerên partiyên Kurd tevlî bûn de, Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî axaftinek kir û bal kişand ser weşandina kovara Hawarê ku 15ê Gulana 1932yan ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve hatiye weşandin .

Cizîrî bi bîr xist ku ji sala 2006an ve Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin û got, "Vê kovara hêja ku heta sala 1943yan weşana xwe domandiye, xizmet ji çand û zimanê Kurdî re kir. Gelek xebatên giranbiha afirandin û di xebata rewşenbîriyê de berhemên hêja li pey xwe hiştin. Em zanin ku îro jî xebata  ziman, edebiyat û kultura Kurdî li ser mîrateya Hawarê bi pêş ve dikeve, dibişikive, geş dibe û berheman dide." 

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî bang li Kurdan, saziyan hemûyan kir ku li mala xwe, li derve û her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin û ziman bi pêş ve bibin.

Cizîrî destnîşan kir, li nava partiyan, saziyan, qadên çand û perwerdeyê divê Kurdî bibe zimanê ragihandinê û gelê Kurd jî di jiyana rojane de bi israr bi Kurdî biaxive
û got:

"Di serî de gelê me, saziyên civakî yên sivîl, rewşewnbîr, nivîskar, partiyên siyasî û medya divê ji bo Kurdî karekî taybetî bikin. Divê em Kurdî bikin rojeva civaka Kurd." 

Parve bike: