Ji Rojava bo Sûrî: Xwepêşandanan wek serhildan nîşan nedin!
PeyamaKurd - Tora Rojnamevanên Kurd a ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ye, bi daxuyaniyekê bang li medyaya fermî û dewletê kir ku di gihandina nûçeyên derbarê bûyerên Kobaniyê de li gorî pîvanên pîşeyî, rastî û bêalî tevbigerin.
Tora rojnamevanan hişyarî da ku nêzîkatiya bijartî ya di weşanan de dikare aramiya civakî bixe xeterê û alozoyan kûrtir bike.
Herwiha rexne hate kirin ku nerazîbûna gelê Kobaniyê ya li dijî kuştina Sîpan Heso wekî serhildan û kuştina wî jî wekî bûyereke asayî nîşan didin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hin dezgehên nêzî hikûmetê kuştina şervan Sîpan Heso (Samî Şêxmûs Hiso) wekî bûyereke asayî nîşan didin û rastiyên li pişt kuştinê vedişêrin. Her wiha xwepêşandanên gel wekî "serhildan" hatine dayîn ku hate xwestin medya ji zimanê kîn û dubendiyê dûr bisekine, her wiha rêzê li maf û rûmeta qurbaniyan bigire.