TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Rûsya û Tirkiyê dewriyeya hevbes a 7an li dorûbera Kobaniyê

Admin H
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2020 20:19

PeyamaKurd - Dewriyeya hevbeş a Polîsên leşkerî yên Rûsya û leşkerên Tirkiyê ya heftemîn ku di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de tê kirin, ji rojavayê bajarê Kobanê hat destpêkirin û heta benda kontrolê bidawî dibe.

Dewriyeya Hevbeş a Rûsiya û Tirkiyê ji Gundê Aşmê yê li Rojavayê bajarê Kobanê des pê kir ku ji 4 panzêrên artêşa Tirk û 4 panzêrên Rûsiyayê pêk tê.

Dewriye li gundên Aşmê, Çariqlî, Cibnê, Mişko, Pêndir, Xorxorê ya Jorîn, Qolê, Sûsan digere û heta benda kontrolê tê bidawîkirin.

Parve bike: