TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Saredariya Wanê afîsên koronayê: Ne Kurdî ne ji Tirkiya wan hat fêmkirin!

Admin H
Nivîskar
📅 14 nîsan 2020 23:40

PeyamaKurd – Parêzgar û Qeyûmê sepandî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi navê “devoka herêmî” ji bo qedexeya derketina derve ya ji bo pêşîgirtina vîrusa koronayê afîş çêkirin û bi gelek deverên bajêr ve daliqandin.

Zimanê afîşan ê Kurdî û Tirkî ku tije şaşî bû, ji aliyê xelkê bjajêr ve nehat fêmkirin û bertek ji wan afîşan re nîşandan.

— no context cizîr (@nocontextcizir) April 14, 2020

Afîşên ku nivîsa ser wan nayê fêmkirin li ser hin bîllboardên nav bajêr û li rawestgehên otobusan hatine daliqandin.

Rûniştvanên Wanê dibêjin, ew bi xwe jî ji wê qaşo ‘devoka herêmî’ fêm nakin û gilî û gazinên xwe li ser medya civakî kirin.

Parve bike: