Ji Serok Barzanî hişyariyeke tund bo Bexdayê: Sînorekî deynin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber êrîşên ser Herêma Kurdistanê hişyarîyeke tund da Bexdayê û got ku ew şerfiroşî ye û divê sînorekî ji bo van êrîşan deynin.
Serok Mesûd Barzanî li dijî êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge têne kirin peyamek belav kir û da zanîn ku bêhnfirehiya wan jî sînorekî xwe heye û got, "Pêşmerge ti caran zilm û zoriyê ji ti aliyekî qebûl nekiriye."
Serok Barzanî bang li Hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî kir ku bi cidî bikevin ser xetê û sînorekî ji bo van êrîşan deynin.
‘Gelê Kurdistanê ti caran li gel şer nebûye’
Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de bal kişand ser dîroka gelê Kurdistanê û got: "Gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de ti caran li gel şer nebûye. Her tim xwestiye aştî û bihevrejiyan hebe. Eger şer lê hatibe sepandin jî gelê Kurdistanê xwe û mafên xwe parastine. Ev prensîbeke neguhêr e û ji baweriyeke xurt û çanda dewlemend a aştîxwazî û bihevrejiyana gelê Kurdistanê çavkaniyê digire."
Serok Barzanî diyar kir ku cihê mixabiniyeke mezin e ku niha şer û aloziyeke zêde li herêmê heye û anî ziman ku niha û berê jî her tim hêviya wan ew bûye ku hemû pirsgirêk û alozî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
‘Şerfiroşî û destdirêjiyeke eşkere ye’
Serok Barzanî got: "Çimkî şer her tim dibe sedema wêranî û malwêraniyê. Di vê çarçoveyê de cihê matmayîneke mezin e ku hinek kom û alî di bin navê 'muqawemeyê' (berxwedanê) û bi hincet û dirûşmên bêbingeh de êrişî cihên sivîl û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin. Ev şerfiroşî û destdirêjiyeke eşkere ye li ser mafên welatiyan û seqamgîrî û asayîşa Herêma Kurdistanê."
Serok Barzanî di peyama xwe de helwesteke tund nîşanî êrişan da û wiha axivî: "Li vir divê hemû alî baş bizanin ku bêhnfirehî jî sînorekî xwe heye. Pêşmerge ti caran zilm û zoriyê ji ti aliyekî qebûl nekiriye. Nabe ku ev şerfiroşî û têkdana seqamgîriya Herêma Kurdistanê û asayîşa welatiyan ji aliyê wan koman ve bidome. Ji bo vê mebestê em bangî Hikûmeta Îraqê, Parlamentoya Îraqê û aliyên siyasî dikin. Bi taybetî jî Çarçoveya Hevahengiyê. Bila bi cidî bikevin ser xetê û sînorekî ji bo wan destdirêjiyan deynin. Çimkî berdewamiya vê şerfiroşiyê dê encamên xirab bi xwe re bîne."
'Em ê hewl bidin Kurdistan ji şer û nexweşiyan dûr be'
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên şehîdên wan êrişan nîşan da û got: "Em xelkê delal ê Kurdistanê jî piştrast dikin ku em dê bi hemû şiyanên xwe hewl bidin da ku Kurdistan ji şer û nexweşiyan dûr be. Dê aramî, asayîş û jiyana xelkê parastî be û serkeftin her a gelê Kurdistanê be."