TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama Lalesê: Hêviya vegerandina jiyana asayî...

Admin S
Nivîskar
📅 12 gulan 2019 15:55

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi sedema 26emîn salvegera damezirandina Binkeya Laleşê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama ku li ser malpera fermî ya Serok Barzanî hatiye belavkirin de 26emîn salvegera Binkeya Laleşê li endam û kadirên birayên êzidî tê pîrozkirin û wiha tê gotin:

“Bi vê helkeftê ve hêviya serkeftin û berdewamiyê li erk û karên we de dixwazim û bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo we yên birêz radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xuşk û birayên Êzîdiyan li ser jiyana xwe ya asayiyê dixwazim.”

i navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û Endamên Desteya Bilinda Binkeya Laliş

Bi helkefta bîst û şeş saliya damezrandina Binkeya Laliş pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û kadîrên Binkeyê Laliş û hemû xuşk û birayên Êzîdî dikim. Ji bo karkirin û pêşxistina çalakiyên civakî û kultûrî û xizmetkirina xuşk û birayên Êzîdiyan, destxweşiyê li hewl û keda we dikim.

Bi vê helkeftê ve hêviya serkeftin û berdewamiyê li erk û karên we de dixwazim û bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo we yên birêz radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xuşk û birayên Êzîdiyan li ser jiyana xwe ya asayiyê dixwazim.

Her serkeftî bin û bimînin bi xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
12.05.201

Parve bike: