TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyama sersaxîyê bo malbata Bahedîn

Admin H
Nivîskar
📅 14 hezîran 2026 12:14

PeyamaKurd - Serok  Mesûd Barzanî, îro Yekşemê ji ber koça dawî ya birayê mezin ê Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahedîn, Husên Mihemed Bahedîn peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî, sersaxî ji Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn û malbata wî re xwest û hevxemiya xwe diyar kir.

Serok Barzanî got: "Bi mixabiniyeka mezin ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yê mezin Seydayê Husên Mihemed Behaedîn gihîşt min.

Ez sersaxiyê ji cenabê we û malbat, dost û nasên we re dxiwazim û ez xwe hevparê xema we dizanim."

Serok Barzanî ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku wî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide wan û hemî aliyan.

Parve bike: