TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji Serok Barzanî peyameke serxwesiyê...

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2019 17:28

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Cewad Salih ku wek Hakim Cewad tê naskirin, peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî:

Ji bo birêzan Heval Newroz û Çeto Newroz

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya birayê we Cewad Salih Newroz gihîşt me. Bi vê boneya xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesukarên we dikim û hevbeşê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi beheşta fireh şad bike û sebr û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
28.08.2019

Parve bike: