Ji Wezareta Pêsmerge daxuyaniya tevgera hêzên Pêsmerge li Mexmûr û Qereçoxê
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê tevgera hêzên Pêşmerge li navçeyên Mexmûr û Qereçoxê de daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Pêşmerge ragihand, wan li hember hêzên Iraqê ti tevgereke neyasayî nekiriye û tiştê rû daye, ji ber wê sedemê ye ku demek e gefên terorîstên DAIŞê li navçeyê zêde bûne.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, “Derbarê dengoya tevgera Pêşmerge li navçeyên Mexmûr û Qereçoxê de, li vir radigihînin: Ti tevgereke neyasayî li hember hêzên Iraqê nehatiye kirin, ew ê rû daye, bi sedema wê yekê ye ku demek e gefên teroristên DAIŞê li navçeyên çiyayê Qereçoxê û Mexmûrê zêde bûne. Zanyariyên hewalgiriyê wê yekê tekez dikin ku DAIŞ daxwaze kiryarên teroristî li navçeyê bikin. Wek amadesazî ji bo her metirsiyekê û tevgereke teroristî li navçeyê, beşek ji yekîneyên leşkerî yên hêzên Pêşmerge li navçeyên çiyayê Qereçoxê û bakurê Mexmûrê ketine haleta amadebaşiyê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tenê ji wê amadesaziya hêzên Pêşmerge, rêgirîkirina li kiryarên terorîstî û parastina ewlehî û aramiya deverê ye.”
Wezarata Pêşmerge diyar kir, “Me piştir jî ji bo metirsiyên terorîstan li van navçeyan hişyarî dabû ku ji ber valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye. Di wê derbarê de jî me bi berdewamî daxwaza hevkariya leşkerî ya hevbeş ji bo têkbirina terorîstan kiriye.”