Kurdistan
Ji wezareta Tirkiyê daxuyaniya operasyona Cûdî û Agiriyê
PeyamaKurd - Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku operasyonên dijî PKKê li Çiyayê Cûdî û Tendurek a Agiriyê berdewam dikin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonên dijî PKKê bi piştgiriya hêzên esmanî ve ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a herdu bajarên Şirnex û Agiriyê didomin û 2 PKKî li Cûdî, 4 jî li Agiriyê hatine bêbandorkirin.