TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jinên DAISî agir berdan kampê

Admin H
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2020 23:22

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê komeke jinên DAIŞî yên li kampa Holê dimînin, hejmarek konên kampê şewitandin.

Ha zanîn ku vê sibehê komeke jinên DAIŞî li kampa Holê agir bi 4 konên li beşa 6an a kampê xistin ku di encamê de 4 kon şewitîn, jinek bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya meydanî ya li kampê.

Çavkaniyeke ji ewlehiya kampê diyar kiriye ku di şewatê de jineke 60 salî ya sûrî bi giranî şewitîye.

Di kamerayên çavdêriyê de hatiye tesbîtkirin ku kesên kon şewitandine  jinên DAIŞî ne.

Herwiha hatiye ragihandin ku ji ber cilê jinan ê reş zehmete ku yekser û bi lez kesên agir bi konan xistiye bên naskirin.

Li gorî daxuyaniyên rêveberiya xweser a Rojava girtiyên DAIŞê û malbatên wan bi hêviya vejandina fikra DAIŞê ji nû ve, êrîşên xwe yên dijî koçberên din ên kampan zêde kirine.

Parve bike: