TR KU SO
FB X
Kurdistan

Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê dike

Admin L
Nivîskar
📅 06 îlon 2021 12:59

PeyamaKurd – Biryar e îro Berpirsê Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell, serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, biryar e îro Berpirsê Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell serdana Iraqê bike û li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive.

Herwiha biryar e Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê bike û li Hewlêrê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Serdana Josep Borrell di demekê de ye, hilbijartinên Iraqê nêzîk bûye ku biryar e roja 10ê Cotmeha bê were kirin û Yekîtiya Ewropa, dê çavdêran ji bo cavdêrîkirina proseya dengdanê bişîne.

Parve bike: