Kabîneya Kazimî amade ye û 2 wezîrên Kurd jî têne diyarkirin
PeyamaKurd – Amadekariyên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi serokwezîriya Mistefa Kazimî ber bi qonaxa dawî ve diçin û li gorî zanyariyan 22 namzedên wezîrtiyan hatine destnîşankirin ku 11 ji wan şîe, 3 ji Hevpeymana Saîrûn a Hadî Amîrî, 3 bo Muqteda Sedir û 4 wezaret jî ji sunîyan in.
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mistefa Kazimî dixwaze kabineya nû ku ji wezîrên nû pêk hatiye beriya meha Remazanê pêşkeşî parlamentoyê bike.
Herwiha Mistefa Kazimî bo wê mebestê daxwaz kiriye ku ji sê wezîrên kurd du bêne guhertin û îro 19ê Nîsana 2020an bi awayekî fermî navê wezîrên nû bên pêşkeşkirin.
Ji bo aliyên Sunne jî 6 wezaret hatine destinîşankirin di nav wan de wezareta berevanî û wezareta xwendina bilind hene. JI wan 6 wezaretan 4 bo hevpeymaniya hêzên bi serokatiya Serokê Parlamnetoya Iraqê Mihemed Helbûsî tê dayîn.