TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karasu: Em bi daxuyaniya Serok Barzanî kêfxwes bûn

Admin H
Nivîskar
📅 20 tebax 2019 22:12

PeyamaKurd – Endamê Konseya Birêveberiya KCKê Mustafa Karasû di televizyoneke nêzî PKKê de li ser daxuyaniyên Serok Mesûd Barzanî yên hefteyek berê ku gotibû, ew rê nade careke din xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin, axivî.

Karasû piştgiriya xwe bo daxuyaniyên Serok Barzanî anî ziman û got, “Me jî li ser televizyonên Kurdan temaşe kir. Em ji vê daxuyaniyê kêfxweş bûn. Daxuyaniyeke baş bû. Beriya niha jî daxuyaniyeke wiha dabû. Şer û pevçûnên berê bibîr xist û got, careke din şerekî nav kurdan çênabe. Soz da. Ev soza wî ye. Ev ne sozeke ji rêzê ye.”

Karasû herwiha da zanîn ku ew mebesta gotinên Serok Barzanî nakin mijara nîqaşê û diyar kir, “Li demeke ku li Rojhilata Navîn şer didome û tê xwestin destkeftiyên Kurdan ji holê bên rakirin û dijminên Kurdan jî dixwazin Kurdan bera hev bidin, ev sozeke watedar e.”

Parve bike: