Karayilan ji xelkê Rojava xwest, alên PKK û HPGê êdî bilind nekin!
PeyamaKurd - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û fermandarê giştî yê baskê leşkerî Murat Karayilan, cara yekem piştî bertekên raya giştî ya Kurd û hincet nîşandana Tirkiyê bo êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê, ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên alîgirên xwe xwest ku êdî di çalakiyên xwe de alên PKK û HPGê bilind nekin.
Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya medya nêzîkî PKKê de li ser gefên operasyonê yên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û got: “Erdogan bi fermî dibêje 'Ez ê bi 30 kîlometreyî xetekê çêbikim, tampon'. Dibêje 'Ez ê milyonek mirovî bînim li wir bi cih bikim'. Lê belê ev tiştên fermî dibêje. Bi esasî dixwaze tevahiya Rojavayê Kurdistanê, heta beşek ji axa Ereb lê dimînin, ew sînorê ku jê re dibêjin 'Mîsakî Mîlî' ji Helebê heta pişta Hesekê hemûyan dagir bike. Planê xwe wisa heye. Çavê xwe berdaye petrola wê derê, petrola Rimêlanê, dewlemendiya wê derê. Dixwaze di wir de rêyekê ber bi Iraqê re veke, xeta trenê berê li wir heye, dixwaze yekser di wir re bibe. Ji ber wê Şingalê jî dike hedef.”
Karayilan li ser xwepêşandanên ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî Tirkiyê têne kirin û alên PKK û HPG têne bilindkirin jî wiha axivî: “Gelê me niha çalakiyan dike. Lê hin caran mirov lê dinihêre, ev çalakî mîna ku li Ewropayê ye. Tu di nava şer de ye, divê tu biçe nava gundan gel tevger bike, taxan tevger bike, binerd çêbike, xwe ji şer re amade bike. Lê piranî wisa meş e û hwd. Baş e, bi taybetî ji bo derd û daxwazên xwe bînin ziman xwepêşandan pêwîst e û baş e, hêja ne. Lê belê meşên wisa, weke ala me ya partiyê, yan jî yê HPGê rakirin weke li Ewropayê, ev şaş e, em tevlî vê nabin. Bi qasî ez zanim rêveberiya me jî tiştekî wisa naxwaze. Divê her kes bi rengê xwe bimeşe. Bi rengê xwe tevbigere, bi ala xwe tevbigere. Yanî şaşitiyên wisa divê nebin.”