TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karesata koçberan li ser sînor: Du zarokên ji Silemaniyê xeniqîn

Admin H
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2026 14:39

PeyamaKurd - Di encama teqîn û binavbûna belemeke plastîkî ya koçberan de ku dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibin, du zarokên malbateke xelkê Silêmaniyê xeniqîn û çarenûsa zarokê wan ê sêyem jî hîn ne diyar e.

Barzan Reza, xalê zarokan ji medyayê re ragihand ku malbatê ji bo gehiştina Ewropayê 55 hezar dolar dabûn qaçaxçiyan, lê belema wan li koka darekê ketiye, teqiya ye û hemû koçber ketine nava avê.

Di vê bûyera dilşewat de zarokên bi navên Hestiyar Herêm û Heryad Herêm canê xwe ji dest dan û agahî li ser rizgarkirina zarokê sêyem Mêle Herêm nînin.

Xalê zarokan da zanîn ku dê û bavê zarokan ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine rizgarkirin lê niha li herêma Edeneyê di bin desteserkirinê de ne û di rewşeke giran a derûnî de daxwaza alîkariyê dikin.

Parve bike: