TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karmendekî asayîsê ji aliyê kesekî bazirganî û bikaranîna madeyên hisbir dikir hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 11 hezîran 2022 15:29

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê kesekî bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir dikir, gule bera karmendekî asayîşê da û di encamê de wî karmendî can da.

Hat zanîn ku di saet 01:30ê şeva borî, tîmeke asayîşa Silêmaniyê diçe malekê ji bo wî kesê bazirganî û madeyên hişbir bi kar tîne bigre, lê wî kesî gule berda tîma asayîşê da û di encamê de karmendekî asayîşê yê temen 40 salî û xwedî zarok bi giranî birîndar bû.

Herwiha hat ragihandin, piştî karmendê asayîşê gihandin nexwaşxaneyê, ji ber birîna wî ya giran, can daye.

 

Parve bike: