TR KU SO
FB X
Kurdistan

Karmendên Êzidî yên hikûmetê ji bo Cejna Cemayê 7 rojan bêhnvedanê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2020 14:14

PeyamaKurd - Berpirsê karûbarên êzîdiyan li wezareta ewqaf û karûbarên ayînî ya Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand, ji ber cejna Cemayê karmendên êzîdî yên hikûmetê dê hefteyekê bikevin bêhnvedanê.

Xeyrî Bozanî got, bêhnvedan dê ji roja 6 vê mehê destpê bike û roja 13 mehê dê xilas bibe. Karmendên êzîdî dê roja 14 mehê biçin ser dewama xwe.

Bozan anî zimna, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê merasimên cejna Cemayê nayên lidarxistin û got, lê ji ber ku cejna Cemayê wek helkefteka fermî ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, bêhnvedan dê her hebe.

Parve bike: