Kasibkarê Kurd bi guleyên hêzên Îranê hate kuştin
PeyamaKurd - Kasibkarê (bazirgan) bi navê Qazî Kawanî, ku xelkê gundê Dolletû yê ser bi devera Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji ber gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên Îranê bi giranî birîndar bûbû û piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî raporên mafên mirovan, ev kasibkarê kurd di şevên borî de li navçeya sînorî ya Casûsanê rûbirûyê êrîşa guleyên hêzên rejîmê bûbû û di encamê de gule li serê wî ketibû.
Kawanî ji ber xirabiya rewşa tenduristiyê û giraniya birîna serê wî, bi lezgînî ji bo çareseriyê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.
Tevî hemû hewldanên pizîşkî û mana wî ya di bin çavdêriya hûr de, Qazî Kawanî şevê din ji koça dawiyê kir. Rêxistinên mafên mirovan balê dikişînin ser ku hêzên sînorî yên Îranê bêyî hişyariya qanûnî, rasterast kasibkar û kolberên kurd dikin armanc ku ev yek salane dibe sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan welatiyan.