TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kazimî ji ber kustina xwepêsanderan ji bo fermandarekî bilind qedexe derxist

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2020 22:34

PeyamaKurd - Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî, şeva borî fermanek li dijî fermandarekî payebilind ê artêşa Iraqê derxist.

Li gorî nûçeya medya Iraqê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî, biryara qedexeya derketina derveyî welat ji bo fermandarê artêşa Iraqê Ferîq Rukin Cemîl Şemmerî derxist.

Ferîq Rukin Cemîl Şemmerî ji aliyê dadgeha Zîqarê ve tomatbar hatiye dîtin ji ber kuştina xwepêşanderên bajar.

Mistefa Kazimî bi ferman û biryara derxistiye, geşta derveyî welat a wî fermandarî qedexe kir. Herwiha wezareta berevaniya Iraqê 30 roj molet dabû wî fermandarî ku biçe derveyî welat ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî, lê Kazimî ew biryar jî betal kir.

Parve bike: