TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kazimî ji hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxwaza civînê kir

Admin L
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2022 12:29

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxwaza civîna di derbarê êrîşên Tirkiyê yên li nav axa Iraqê de kir.

Li gor çavkaniyekî ji Hikûmeta Iraqê ji medyaya fermî ya Iraqê re diyar kiriye, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bangewaziyek arasteyî hêzên siyasî kiriye, da ku civîneke bilez derbarê êrîşên Tirkiyê de pêk bînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, do ji ber êrîşa Tirkiyê li ser devereke geştiyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn.

Parve bike: