Kurdistan
Kemal Burkay: Pistî vê seetê, divê êdî em di siyasetê de bibin yek!
PeyamaKurd- Serokê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay ji PeyamaKurd pirsên Zeynep Çager bersivandin û di mijarên girîng de daxuyanî dan.
Kemal Burkay wiha got: Divê partiyên Kurdan li ser çareseriya siyasî bisekinin. HDPê bend derbas kir û kete parlamentoyê de. Ev serkeftineke pir girîng bû. Lê piştî vê siyaseta xendekan, siyaset têk çû û gelek bajarên Kurdan (wekî Cizîr, Nisêbîn, Sûr) wêran bûn. Gelê Kurd penaber bûn. HDP ji dil li dijî vê derneket. Ji vir pêde em dikarin çi bikin. Piştî vê seetê, divê êdî em di siyasetê de bibin yek! Ji bo destketiyê Kurdan divê em gavan bavêjin. Gelê Tirkiyê jî wekî Kurdan çareseriyê dixwaze.