TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | 4 terorîstên DAISê hatin desteser kirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2020 18:34

PeyamaKurd - Li bajarê Kerkûkê 4 kesên endamê rêxistina terorîstî DAIŞê hatin girtin.

Lîwaya 6 a bi ser hikûmeta Iraqê ve, îro 1ê Hezîranê ragihand, piştî komkirina zanyariyên bi hûrgilî operasyonek taybet pêk hat û hêzeke fewca du ya lîwaya 61 a hikûmeta Iraqê, 4 terorîstên DAIŞê li bajarê Kerkûkê desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, kesên hatine girtin li gor madeya 4 a terorê ya cezayê Iraqê, ji aliyê dadgehê ve doza girtina wan hebû.

Berpirsê PDKê li Kerkûkê Merîwan Celal ragihand ku terorîstên DAIŞê di nav Kerkûkê de hene û ew demeke mijûlî xwe amadekirinê ne û xwe bi rêxistin dikin.

Berpirsê PDKê dibêje; “Di vê heyama borî de bi dehan malbatên DAIŞê li Kerkûkê hatine niştecîh kirin û îdareya Kerkûkê jî alîkarê wan bû û naha beşek ji erebên Kerkûkê jî gileyiyan li îdareya Kerkûkê dikin, ku rê dane DAIŞiyan bi malbat ve li Kerkûkê bicîh bibin û ewên tên girtin beşek pir kêm in.”

Parve bike: