TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Bombeyeke vedayî teqiya: Çend kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2022 13:34

PeyamaKurd – Li Kerkûkê di encama teqîna bombeyeke vedayî, çend kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li Kerkûkê di encama teqîna bombeyeke vedayî de, 4 kes birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku bombe li nêzîkî goristanekê teqiya ye.

Polîsê Kerkûkê di derbarê bûyerê de eşkere kir û got, di nav birîndaran de 3 zarok û efserek polîs hene.

Parve bike: