TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Çekdarên Hesda Seibî welatiyek revandin

Admin L
Nivîskar
📅 12 hezîran 2021 15:35

PeyamaKurd – Çekdarên Heşda Şeibî, welatiyek bi hinceta ku gotin li Heşda Şeibî kiriye, şeva din li taxa Qadisiye ya Kerkûkê revandin.

Li gor zanyariyan: “Hejmarek çekdarên ser bi Heşda Şeibî, ku du otomobîl bûn û ser bi rêxistina Bedir bûn, şeva din xortek ji taxa Qadisiye revandin.”

Zanyarî didin zanîn, piştî ku hêzên polîs bi vê bûyerê hat agahdarkirin, çûne cihê bûyerê û çekdarên Heşda Şeibî reviyane, pişt re polîs li pê wan ketine û ew her du otomobîlên Heşda Şeibî, xwe gîhandine yek ji baregehên Heşda Şeibî yên li nêzîkî Balafirgeha Kerkûkê.

Herwiha, piştî eşkerebûna çekdaran, berpirsên Heşda Şeibî ragihandine ku wî xortî li mdeyaya civakî gotin li Heşda Şeibî kiriye û ji ber vê hatiye desteserkirin.

 

Parve bike: