Kerkûk | Dadgeha Federalî biryar da: 'Ti sûcekî Rêbwar Talebanî nîne'
PeyamaKurd - Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara dawî li ser tohmetên bo Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî da.
Birayê Rêbwar Talebanî, Bextiyar Talebanî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, îro dadgeha federalî ya Iraqê li ser dosyeya Rêbwar Talebanî ku bi gendeliyê dihat tohmetbarkirin biryara dawî daye.
Li gor ragihandina Bextiyar Talebanî, Dadgeha Federalî biryar daye ti sûcekî Rêbwar Talebanî nîne û ew tohmetên li wî hatine kirin, hemû pûç in.
Bextiyar Talebanî spasiya Serok Mesûd Barzanî kir û got, Barzanî gelekî di xema wê dosyayê de bû û tîmek taybet jî bo wê yekê pêk anîbû.
Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî li dadgehê gilî li serokê encumena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî kiribû û ew bi gendeliyê tohmetbar kiribû.
Hêjayî gotinê ye piştî ku Dadgeha Kerkûkê 16ê Hezîranê bi sedema gendeliyê û xwarina bi milyon dînaran ji budçeya Kerkûkê, fermana girtina Rakan Cîburî derxistibû, tê çaverêkirin ku parêzgarê nerewa yê sepandî were dadgehkirin.