Kurdistan
Kerkûk | DAISê du kes kustin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê du kes kuştin û du kes jî revandin.
Li gor efserekî polîsê nahiya Reşad ya bajarokê Hewîce bi navê Selam Îbrahîm diyar kiriye, şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Xebate, ku dikeve navbera nahiyên Reşad û Riyaz, êrîşî malekê kirin.
Efserê polîs eşkere kiriye, di wê êrîşê de zilamek û kurê wî hatin kuştin.
Herwiha efserê polîs destnîşan kiriye, terorîstên DAIŞê heman şevê li nahiya Reşad du cotkar jî girtin û revandin.