Kurdistan
Kerkûk | DAISê gundekî devera Hewîce da ber hawanan
PeyamaKurd – DAIŞê gundekî devera Hewîce yê Kerkûkê da ber hawanan.
Li gor çavkaniyeke ewlehiyê ji parêzgeha Kerkûkê diyar kir; çekdarên DAIŞê bi hawanan gundê Macid yê ser bi navçeya erebnişîn a Hewîceyê topbaran kirine.
Herwiha da zanîn, ku ji ber topbaranên DAIŞê ziyan negihiştiye canê ti kesî.
Herî dawî destnîşan kiriye, hêzên ewlehiyê li wê deverê dest bi operasyonê kirine ji bo dîtina encamderên wê êrîşê.