Kerkûk | Li dijî îdareya sepandî ya bajêr xwepêsandan hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li Kerkûkê li dijî îdareya sepandî ya bajêr, xwepêşandan hat lidarxistin û beşdarên xwepêşandanê gotin, piştî 16ê Cotmehê rewşeke xerab li bajêr çêbûye.
Xwepêşandaran diyar kirin, ew ji xizmetguzariyan bêpar mane û rêjeya bêkarî di asteke bilind de ye û herwiha eşkere dikin ku îdareya bajêr hemû taxên Kurdan ji xizmetguzariyan bêpar hiştine.
Li gor çalakvan Heval Dara dide zanîn: “Kerkûk bajarê herî bi pirsgirêk e, nêzîkî 4 sal e îdareya sepandî di îdarekirina vî bajarî de têk çûye.”
Rewşa ku li Kerkûkê derketiye holê, xelkê bajêr nîgeran kiriye. Li nav bajêr hemû kuçe û kolan bûne zibl û çop, xizmetguzarî jî weke pêwîst tune ye, tevî ku li ber destê îdareya bajêr 600 milyar dînar budçe heye, lê taxên Kurdan ji wê budçeyê bêpar hatine hiştin. Îdareya sepandî ya bajêr sedema xerabiya rewşê dixe stûyê Bexdayê, lê belê welatiyên li bajêr, îdare û rayedarên xwecihî weke berpirs dibînin.