TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Li Dilê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin

Admin H
Nivîskar
📅 21 adar 2021 15:55

PeyamaKurd – Tevî hemû cûre astengiyên rêveberiya parêzgariya sepandî ya Kerkûkê jî gelê Kurd ê li Kerkûka Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê vêxist û bi cil û bergên netewî dest pîrozbahiyên cejnê kir.

Ji dema xiyaneta 16ê Cotmeha sala 2017an ve bajarê Kerkûkê ku wek dilê Kurdistanê tê zanîn, ji aliyê artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ve hatiye dagirkirin û ji wê rojê ve astengî û binpêkirinên zêde li dijî kurdên Kerkûkê tê kirin ku piraniya serjimariya Kerkûkê Kurd in.

Tevî hemû astengî û rêgiriyan ku parêzgariya sepandî nehişt Newroz li Qela Kerkûkê bê pîrozkirin jî xelkê Kerkûkê deverên cûda yên bajêr Newroza 2021ê bi vêxistina agir pîroz dike.

Parve bike: