Kerkûk: Li şûna Rêbwar Taha parêzgarê Tirkmen dest bi kar dike
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di rêveberiya parêzgeha Kerkûkê de guhertineke mezin pêk tê. Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz, bi awayekî fermî endamên meclisê ji bo civîneke "bilez û neasayî" vexwend.
Biryare di civîna sibe Pêncşemê 16ê Nîsana 2026an de, Parêzgarê niha Rêbwar Taha ku ji pişka YNKê ye bi fermî dest ji kar berde û di şûna wî de Mihemed Seman wekî kesayetekî Tirkmen bibe parêzgarê nû yê Kerkûkê.
Parvekirina postan
Ev guhertina di posta parêzgariyê de encama lihevkirineke siyasî ya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ereb û Tirkmenan de pêk tê. Li gorî peymana nû YNK di berdêla devjikarberdana ji posta parêzgariyê de, dê çend postên girîng ên wekî Qaymeqamiya Navendê, Qaymeqamiya Daqûqê, Fermandariya Polîsan û Alîkarê Parêzgar werbigire. Ev modela nû ya rêveberiyê wekî hewildaneke ji bo parastina hevsengiya pêkhateyên bajêr tê nirxandin.
Wê di parêzgariyê de rotasyon hebe
Pêvajoya nû ya îdarî li Kerkûkê li ser bingeha "rotasyonê" hatiye avakirin. Li gorî planê, Mihemed Seman dê heta destpêka sala bê di postê xwe de bimîne û paşê posta parêzgariyê radestî pêkhateya Ereb bibe. Di qonaxa dawî ya vê peymanê de jî, tê payîn ku pêkhateya Kurd posta Serokatiya Encûmena Parêzgehê werbigire. Ev civîna ku dê saet 12:00an li salona parêzgariyê were kirin wekî destpêka serdemeke nû di siyaseta Kerkûkê de tê dîtin.